SBS Kurdish - SBS Kurdî-logo

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS (Australia)

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Location:

Sydney, NSW

Description:

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Language:

Multilingual

Contact:

SBS Radio Sydney Locked Bag 028 Crows Nest NSW 1585 Australia (02) 9430 2828


Episodes
Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Înî 12 12 2025

12/12/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Reddit li dijî qedexeya medyaya civakî ya di bin 16 salî de dest bi çalakiyên qanûnî dike... Rêberên wîlayet û federal ji bo gotûbêjên aloz yên li ser fînanskirna nexweşxaneyan amadekariyan dikin... Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê hişyariyek ji bo tsûnamî dide, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:06:14

Ask host to enable sharing for playback control

Gather and celebrate: Inviting friends | Beach safety - Kom bibin û pîroz bikin: Vexwendina hevalan | Ewlekariya beravê

12/11/2025
Learn casual ways to invite your friends to go to the beach. Plus, find out the number one danger on Australian beaches and how to stay safe when swimming in the sea. - Learn casual ways to invite your friends to go to the beach. Plus, find out the number one danger on Australian beaches and how to stay safe when swimming in the sea.

Duration:00:13:12

Ask host to enable sharing for playback control

Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Amedê bi dirûşma 'Cîhan bi çîrokan tê cem hev' dest pê kir

12/11/2025
Sêyemîn Festivala Fîlimên Navnetewi ya Amedê di 7ê mehê de li Amedê destpêkir û dê hefteyekê bidome. Di nav hefteyekê de 84 fîlim tên nişandan. Bi dehan derhêner û hunermend jî beşdar dibin. Diruşma Festîvalê “Dinya bi Çîrokan Tê Cem Hev”. Li alîkî din Komîsyona Parlementoya Tirkîyê bi gohdarkirina Abdullah Ocalan, dawî li proseya gohdarîkirina kes û sazîyan anî. Niha her partîyek di komîsyonê de li ser vê pêvajoyê pêşnîyar û fikarên xwe amade dikin.

Duration:00:13:47

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Pêncşemê, 11/12/2025

12/11/2025
Di vê bûletene de: Qedexeya Australya ya medyaya civakî ji bo kesên di bin 16 salî, bala navneteweyî kişandiye... Serokê DYA Donald Trump soz dide ku pevçûnên nû yên di navbera Tayland û Kambodiya de bi dawî bike... Û di futbolê de, Manchester City di Lîga Şampiyonan de Real Madrid bi 2-1 têk bir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:11:37

Ask host to enable sharing for playback control

Lehiyên kujer li HK dibin egera mirina çar kesan û wêrankirina bi sedan malan

12/10/2025
Piştî baraneke dijwar ku vê hefteyê li seranserê Herêma Kurdistanê bariya, lehiyên berfireh çêkir, herî kêm çar kes mirin, bi dehan kes jî birîndar an jî winda e, û bi sedan mal û kargehan zirar dîtine. Herî zêde bandor li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê bûye. Roja Sêşemê gera 12ê ya Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Duhokê dest pê kir. Ev Festîval ji 110 fîlman pêk tê û dê hemî werin nîşandan, 45 fîlmên Kurdî û 65 jî biyanî ne. Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Duhokê dê ji bo heyşt rojan berdewam bike.

Duration:00:08:38

Ask host to enable sharing for playback control

Connecting old and new generations through traditional music - Bi rêya muzîka gelêrî nifşên kevin û nû bi hev girêdide

12/10/2025
Musician Cemal Eroğlu connects generations of the diaspora through the power of traditional music. By teaching and performing Kurdish folk music, Eroğlu preserves cultural heritage and inspires young musicians to connect with their roots in new and meaningful ways. He transforms traditional music into a living archive and a source of contemporary creativity, linking the past and present in powerful and lasting ways. - Muzîkjen Cemal Eroglu nifşên kevin û yên ciwan li diyaspora bi hêza muzîka kevneşopî ve girêdide. Bi fêrkirin û pêşkêşkirina kevneşopiyên gelêrî yên Kurdî, Eroglu çandê diparêze di heman demê de muzîkjenên ciwantir îlham dike ku bi awayên nû û watedar bi rehên xwe re têkilî daynin. Bi rêya vê danûstandina nifşan, Eroglu muzîka kevneşopî hem vediguherîne arşîveke zindî û hem jî çavkaniyeke afirîneriya hemdem, bi awayên mayînde û bi bandor pireke par û niha bi hev re girêdide.

Duration:00:08:39

Ask host to enable sharing for playback control

Your first steps to engaging with Indigenous Australians - Gavên te yên yekem ji bo têkiliya bi xelkên xwecî yên Australya re

12/10/2025
Connecting with Indigenous Australia can be daunting for a newcomer to the country. So, where do you start? We asked Yawuru woman Shannan Dodson, CEO of the Healing Foundation, about simple ways to engage with First Nations issues and people within your local community. - Têkiliya bi Xwecîyên Australya re dikare ji bo kesekî nûhatî welêt dijwar be. Yanî, hûn ê ji ku dest pê pêbikin? Me ji jina Yawuru Shannan Dodson, Birêvebira Sereke ya Weqfa Şîfayê, li ser rêbazên hêsan ên têkildana bi pirsgirêkên Neteweyên Yekem û kesên ji civaka we ya herêmî de pirsî.

Duration:00:08:58

Ask host to enable sharing for playback control

Çi ji qedexeya medyaya civakî ji bo kesên bin 16 salî de tê hêvîkirin

12/10/2025
Roja Çarşema 10 Kanûna Yekem, Australya dibe yekem welatê cîhanê ku hesabên medyaya civakî yên kesên di bin 16 salî de qedexe dike, û platformên mezin neçar dike ku li gorî qanûnê tevbigerin an jî bi cezayên heta 50 mîlyon dolarî rû bi rû bimînin. Hukûmeta Albanese dibêje ev gav dê ciwanan ji algorîtmên zirardar û bandorên neyînî yên tenduristiya derûnî biparêze. Gelek dêûbav piştgiriyê didin guhertinê, lê rexnegir hişyar dikin ku ciwanên jêhatî yên teknolojiyê pêkane rêyên çareseriyê bibînin.

Duration:00:09:58

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Sêşemê 09/12/2025

12/9/2025
Di vê bûletene de: Ciwanekî 14 salî li Melbourne di qezayeke bisiklêta elektrîkê de mir... Australya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di asta bilind de hevdîtinan li dar dixin ku aloziyên Hindo-Pasîfîk û AUKUS dibin navenda mijarê... Û di tênis de, Alex de Minaur piştî çaremîn Mêdaliya Newcombe werdigire ji bo çarên pêşîn ên cîhanê tê pêşniyarkirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:05:29

Ask host to enable sharing for playback control

Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

12/8/2025
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 04/12/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîn jî re jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

Duration:00:54:42

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Înî 05 12 2025

12/5/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Hişyariyek ji bo germahiya dijwar ji bo piraniya New South Wales tê dayîn... Spanya, Hollanda û Îrlanda ragihandin ku ew ê Pêşbirka Eurovision a stranan sala bê boykot bikin... û di werzîşê de, Oscar Piastri, Lando Norris û Max Verstappen ê Red Bull her yek ji bo sernavê F-1 hevrikiyê dikin. Ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:07:15

Ask host to enable sharing for playback control

Contemporary Kurdish prose - Xwendineke ji pexşana kurdî ya nûjen

12/4/2025
This week Chahin Baker's "Topic of The Week" is about the modern Kurdish literature. It's written and read by Chahin Baker in Kurdish. - Mijara vê hefteyê xwe bi wêjeya kurdî ve eleqedar dike. Beşê Kurmancî ji wêjeya kurdî di nav 40 salên derbas bûnî de bi gellk awayan pêş ve çû. Ji babetên wêjeyî yên wek helbestê, çîrokê û romanê gellek berhemên nû li welêt û li drve hatin weşandin. Yek ji nivîskarên vê qonaxê Shahînê Bekirê Soreklî ye û dê ji bo mijara vê hefteyê nimûneyeke pexşanî ji wêjeya kurdî ya nûjen pêşkêsh bike.

Duration:00:06:59

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Pêncşemê, 04/12/2025

12/4/2025
Di vê bûletene de: Opozîsyon êrîşên xwe yên li ser hukûmetê derbarê lêçûnên jiyanê zêde dike... Platformên mezin ê rûbirûyî cezayên bi mîlyonan dolar bibin ji ber ku Australya qedexeya medyaya civakî bicîh tîne... Û di futbolê de, hêviyên Chelsea ji bo şampiyoniyê bi têkçûna 3-1 li hember Leedsê têk çûn. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:13:14

Ask host to enable sharing for playback control

Li Herêma Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de çêbû

12/3/2025
Bikaranîna çekên neqanûnî û bêdestûr dibin sedema bûyerên nebaş û xirab, ku di encamê de kuştin û birîndarbûna mirovan çêdibe. Berî çend rojin li gundê Lacanê yê bi ser Parêzgeha Hewlêrê ve xwepêşandanek çê bû, ku têde kesek hate kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê çend kesên ku alozî çêkiribûn girtin. Di heman xwepêşandana li gundê Lacanê de, rojnamevan û peyamnêr rastî îşkence û şikandina kelûpelên xwe hatin.

Duration:00:09:09

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Çarşemê 03/12/2025

12/3/2025
Di vê bûletene de: Bruce Lehrmann îtîraza xwe ya destdirêjiyê winda kir... Sepanên medyaya civakî Lemon8 û Yope dikarin li qedexeya medyaya civakî ya Australya werin zêdekirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:04:36

Ask host to enable sharing for playback control

A parent’s guide to help teens adjust to social media age restrictions - Rêbernameyek bo dêûbavan da qedexeyên medyaya civakî ye li ser ciwanan hatiye kirin bike

12/2/2025
Australia is restricting access to social media accounts for under-16s, and many families are wondering what it means in practice. While the rules place responsibility on tech platforms rather than young people or their parents, the changes may still create stress for teens who rely on social media to stay connected. Find out how the ban will work, why connection still matters, and how experts suggest supporting young people through the transition. - Qedexeya medyaya civakî ya ciwanan li Australyayê li ber destpêkirinê ye, lê hîn jî gelek nezelalî hene ka ew ê çawa kar bike. Hûrgulî berdewam dikin, lê tiştekî eşkere heye: malbat di alîkariya zarokan de di rêvebirina her tiştî de roleke navendî dilîzin. Ji ber vê yekê hûn çawa dikarin bi ciwanan re li ser van guhertinan biaxifin û sohbetên tendirûst li ser mayîna bi hevalên xwe re bikin?

Duration:00:10:16

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Sêşemê 02/12/2025

12/2/2025
Di vê bûletene de: Dozeke girîng li dijî destdirêjiya zayendî di Hêza Parastina Australya de li Sydneyê dest pê dike... Cotkarek di agirê daristanan de li Rojavayê Australya jiyanê ji dest dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:05:35

Ask host to enable sharing for playback control

Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

12/1/2025
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 27/11/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, herweha hevpeyvîna bi Roka Şido re jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

Duration:00:59:01

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Înî 28 11 2025

11/28/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Polîsek piştî mirina ciwanekî Abûrijinî tawanbar hat dîtin... Endamekî Pasawana Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka piştî gulebaraneke li Washington DC ji ber birînên xwe mir, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:44

Ask host to enable sharing for playback control

#100 More or less? Talking about quantities - #100 Zêde an kêm? Axaftina li ser mîqdaran

11/27/2025
Learn how to talk about amounts and quantities in everyday English. - Fêr bibe çawa bi Îngilîziya rojane li ser çend û çiqas biaxafî.

Duration:00:08:01