Kurdish Lessons Podcast-logo

Kurdish Lessons Podcast

10 Favorites

Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories. Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/

Location:

United States

Description:

Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories. Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/

Language:

English


Episodes
Ask host to enable sharing for playback control

Rojnivîskên Gulê 05 - 29ê Sibata 2024an

3/17/2024
Xeleka 5an 💝

Duration:00:08:00

Ask host to enable sharing for playback control

Rojnivîskên Gulê 04 - 26ê Berfanbara 2023an

12/26/2023
Xeleka 4an 🎈

Duration:00:20:07

Ask host to enable sharing for playback control

Rojnivîskên Gulê 03 - 7ê Berfanbara 2023an

12/7/2023
Xeleka 3yan 🧿

Duration:00:15:08

Ask host to enable sharing for playback control

Rojnivîskên Gulê 02 - 4ê Berfanbara 2023an

12/4/2023
Xelekeke nû 🙌

Duration:00:12:41

Ask host to enable sharing for playback control

Rojnivîskên Gulê 01 - 30yê Mijdara 2023an

11/30/2023
Rojeke min 💟

Duration:00:09:47

Ask host to enable sharing for playback control

Hamburgerek û Petatên Sorkirî - Listening for A1-A2 level - 17

3/28/2023
Hamburgerek û Petatên Sorkirî Ew birçî ye. Ew diçe McDonaldsê. Ew di dorê de disekine. Ew li hêviya doro xwe ye. Ew hamburgerekê sîparîş dide. Ew pakêteke mezin a petatên sorkirî sîparîş dide. Ew sodayeke mezin sîparîş dide. Ew haqê sîparîşa xwe dide. Ew meqbûza xwe distîne. Ew li hêviya xwarina xwe dimîne. Ew hejmara wî dibêjin. Xwarina wî amade ye. A Hamburger and Fries He is hungry. He goes to McDonald’s. He stands in line. He waits his turn. He orders a hamburger. He orders large fries. He orders a large soda. He pays for the order. He gets his receipt. He waits for his meal. They call his number. His meal is ready.

Duration:00:10:02

Ask host to enable sharing for playback control

Reading Kurdish Books vol3 - 16

2/21/2023
Niha ez çend salî me, kî me, nizanim. Lê dema ku diya min ev çîrok ji min re got, ew 2016 salî bû û ez jî şeş heft salî bûm. Wekî ku hûn jî dizanin, tştên zarokatiyê ji “bîr”a mirov naçin. Ev hevok bawer im serê "bîr”a mirov bi xwe ye. Jixwe ti mirov nizane "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike. Ku mirov zanibûya "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike, we li dû biçûya û wê harakîri bikira.

Duration:00:15:08

Ask host to enable sharing for playback control

Şofêrên Gundan - Reading Kurdish Books vol2 - 15

2/14/2023
Şofêrên Gundan Rêwî me, di otobusê de me. Rêwitiya me ber bi gund ve ye û rêwîyên me jî hemû gundî ne: jin, mêr û zarok hene. Ji ber ku rêya gund ne bi qîr û asfalt e, kert û kortal lê vebûne û ava barana vê buharê hîn jî di wan kortalan de dibiriqe. Şofêrên li gundan pirî caran ecêb dibin, lewra dema ew ji ser keran dadikevin, dest ji hefsarên hespan berdidin û li ber dîreksiyonekê rûdinin, ji wan wetrê ew ê êdî ji vê dunyayê jî derkevin. Û derdikevin jî… ji dunyayê der û dûr dikevin. Lewra di demên welê de haya wan ji wan nabe ka ew çawa diajon. Û Xwedê dizane piraniya ji van şofêrên gundî ehliyetên ajotinê jî nînin. Ew bawer dikin ku meriv tenê pêl pedalan gaz û frênê dikin, vîtesan bi cih dikin û dîreksiyonan çerx dikin. Lewra şofêrê me jî anuha tenê evê yeko dike û evî karî dike: dajo. Her cara ku gironekên otobusê rastî kortaleke rê tê, di hundurê otobûsê de em li çep û rastê xwe, li jêr û jora xwe weke ava dewlekê diçelqin, em destê xwe bi derina ve digirin ku em li hêlekê nekevin. Ji rêwiyan yekî bi şaşik deng li şofêr dike ku ew hinekî hêdî bajo. Lê deng naçe şofêr an jî ew deng nabe xwe. Mêrikê bi şaşik dîsa bang lê dike û jê dixwaze ku hêdî bajo. Lê şofêr her weke xwe ye û weke xwe dajo. Mêrikê bi şaşik cara sisêyan bi dengekî bilindtir re ji kursiyê radibe ser xwe û dibêje: - Yao ma deng nayê te, Xwedê jê razî! Meriv ji te re dibêje hêdî bajo, lê tu her weke xwe dikî. Ma tu nabînî bê jinên bi zik hene. Hinekî fam bike, ev çi serhişkî ye! Mîna ku şofêr bixwaze serhişk bimîne destê xwe jî ji ser dîreksiyonê radike, weke baweşînkekê li ba dike û dibêje: - Em bi karê xwe dizanin, hecî… tu li cihê xwe rûne. Weke nîşana nerihetiyê ufînî bi hecî dikeveî bêyî ku ku cihê xwe rûne, vê carê bi hêrs dibêje. - Himmm… de were safî bike! Lawo ji Xwedê bitirse, Xwedê… bila hinekî hurmeta te hebe. Min got rêwiyên jin hene, jinên bi zik hene… ev çi zirzopî ye îcar! Şofêr î zirzop jî bi qasî wî nerihet dibe û dibêje: - Erê hecî, te çi ji zikê jinên xelkê ye?... tu li cihê xwe rûne! Ma te jin heye? Ne tenê li vir di temafîlê de, li malê jî te jin nîne… de îcar te çi ji jinên xelkê û zikê wan e!? Hecî bi hêrs dest davêje şaşika serê xwe, sererast dike û dibêje: - Ev çi gotin in, ûtamez! Jin jin in… ma di vir de jina min û te heye, jina bi zik divê herkes lê xwedî derkeve û destê xwe di ser re bigire. Û yekî din, nerind û firqûzekî din li hêla dawîn xwe aciz dike, bi gotinan dikeve navîna şofêr û hecî û destê xwe ber bi hecî dirêj dike. - Fedî bike, hecî, fedî… qaşo tu çûyî mala Xwedê! Ma ev jî gotin û şîret in ku tu dikî. Tu behsa jineke bi zik dikî ku divê em hemû xwedî lê derkevin! Şofêr rast dibêje: te çi ji jinên xelkê ye, ma em destê xwe di ser çiyê jinê re!.. Yek ji wî, yek ji yê din… pêvçûnek derdikeve û hundurê otobûsê ji wan kert û kortalên rêya gund xirabtir diheje. Hesenê Metê

Duration:00:30:16

Ask host to enable sharing for playback control

Reading Kurdish Books vol1 - 14

2/5/2023
Êvareke reş û tarî ber bi şevê de diçû. Heyvê xuya nedikir û çav çavan nedidît. Li derve baraneke hûr hûr dibarî. Baranê bêhna erdê xweş kiribû. Yek car ji dûr ve ewtîn û zûrîna kûçikan dihat. Hin kesên ku dereng mayî gavên xwe bi lez diavêtin, por û sermilkên sakoyên wan şil bûbûn. Solên wan ji ber baran û axê di nav heriyê de mabûn. Gava li derî xistin û ketin hundirê malê jin û zarokên li salonê ku guhê xwe û laşê xwe dirêjî ber bi odeya mêvanan kiribûn xwe dan alîkî ji bo mêvan derbas bibin. Piştre dîsa guhê xwe bel kirin ber bi odeya mêvanan ve. Ji pirtûka Kenan Soylemezî, Şakir: tizbî, destmal û taske av

Duration:00:16:22

Ask host to enable sharing for playback control

From Present To Past (For A1-A2) - 13

10/13/2022
1. Ez diçim mala hevalên xwe. Ez çûm mala hevalên xwe. 2. Ez hevalên xwe dibînim. Min hevalên xwe dîtin. 3. Hevalên min xwarinê çêdikin. Hevalên min xwarin çêkir. 4. Hevalên min xwarinên xweş û çayê çêdikin. Hevalên min xwarinên xweş û çay çêkirin. 5. Dê û bavê hevalên min tên. Dê û bavê hevalên min hatin. 6. Ew jî xwarinê dixwin. Wan jî xwarin xwar. 7. Piştî xwarinê ew çayê vedixwin. Piştî xwarinê wan çay vexwar. 8. Çay xweş û germ e. Çay xweş û germ bû. 9. Birayên hevalên min hene. Birayên hevalên min hebûn. 10. Birayên wan jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin. Birayên wan jî xwarin xwar û çay vexwar. 11. Piştî çayê em şebeş, pirteqal û sêvan dixwin. Piştî çayê me şebeş, pirteqal û sêv xwarin. 12. Em sêvên sor û sêvên kesk dixwin. Me sêvên sor û sêvên kesk xwarin. 13. Piştî xwarin, çay û fêkiyan em diçin derve. Piştî xwarin, çay û fêkiyan em çûn derve. 14. Li derve hewa xweş e, ne germ e û ne sar e. Li derve hewa xweş bû, ne germ bû û ne sar bû. 15. Em piçekî diçin û parkekê dibînin. Em piçekî çûn û me parkek dît. 16. Park mezin e û li wir gelek dar hene. Park mezin bû û li wir gelek dar hebûn. 17. Em dikevin parkê. Em ketin parkê. 18. Em li wir digerin. Em li wir geriyan. 19. Piştî parkê em diçin mala hevalên din. Piştî parkê em çûn mala hevalên din. 20. Mala hevalên din ne dûr e, nêzîk e. Mala hevalên din ne dûr bû, nêzîk bû. 21. Em li wir jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin. Me li wir jî xwarin xwar û çay vexwar. 22. Em gelekî têr dibin. Em naxwazin bixwin. Em gelekî têr bûn. Me nexwest bixwin.

Duration:00:18:59

Ask host to enable sharing for playback control

Li Mala Me - Listening exercise - 12 (Suitable for B1-B2 level)

9/26/2022
LI MALA ME Carekê, li mala me civatek rûniştîbû, ji nişka ve, xortekî boz, porser û çavşîn li deriyê me da. Derbasî hundir bû, yek û yek silav da civatê û rûnişt. Reng û rûyê wî xortî gelekî balkêş bû. Ev civata rûniştî jî, hemû esmer û çavreş bûn. Hema min dît yekî ji civatê yekser berê xwe da wî mêvanê nû û got: Dizanî ku dilê min bi yên weke te boz dişewite? Taybet di werzê havînê de. Hûn gelek xweh didin. Yekî dî dest pê kir û got, çermê spî gelekî lawaz e, nikare mîna yê esmer bergêriyê ji xwe bike. Yekî dî ji destê wan girt û got, bêguman rengê esmer tim ji yê spî çêtir û ciwantir e. Yekî dî got, çavên reş jî ji yên şîn xweşiktir in. Yekî dî got, ma ne ji lewra piraniya helbestvan û dengbêjan pesnê esmeran û çevên reş daye? Heta demekî ev babet dane dest hev. Hemûyan teqez li wê yekê kir ku postê spî, porê zer, çavên hêşîn tu buhayê xwe nîn in, bi taybet bo zilaman. Hîç derfet nedane wî gencî ku biaxive, yan jî bergêriyê ji xwe bike. Hema hêdîka xortê çûr, boz, porzer û çavşîn, zanî ku cihê wî di vê civatê de nema. Da xwe û rabû şipiya da ku here. Lê beriya ku bi rê bikeve, bi yek gotinê bersiva hemûyan da û got: Ew pertalê gelekî baş e, ne pêdiviyê riklamê ye. *Ev çîrok ji pirtûka bi navê ''Kenê Reş'' hatiye standin. Useful expressions from the text: silav dayîn - to greet berê xwe dan - to turn, to redirectdilê kesekî bi tiştekî şewitîn - to feel pity for xweh dayîn - to sweatpesnê .... dayîn - to prase ....teqez kirin - to ensure, to confirmbi taybet(î) - especiallyderfet dayîn - to give an opportunityrabûn şipiya - to stand up, to rise to one's feetda ku - in order tobi rê ketin - to set off, to set outbersiv dayîn - to answer To follow me on Youtube click here

Duration:00:20:04

Ask host to enable sharing for playback control

Girava Skopelosê - Reading/Listening exercise - 11

8/14/2022
Girava Skopelosê Beriya 2 hefteyan Mirad û hevala xwe bi hev re çûn betlaneyê. Wan dixwest biçin cihekî nêzî behrê û li wir bikevin avê. Mirad jî, hevala wî jî ji avê gelekî hez dikin. Di destpêkê de wan nedizanî biçin ku lê paşê wan biryar da ku herin giravekê. Li ser internetê lêkolîn kirin, ji hevalên xwe pirsîn û dawiya dawî wan cihek hilbijart. Wan got, em ê herin Skopelosê. Skopelos li Yunanistanê giravek e. Ji bo ku herin Skopelosê, ew pêşî çûn Yunanistanê û ji wir jî bi feribotê çûn giravê. Wan di rêyê de li deryayê temaşe kir, derya çi qas paqij û şîn bû. Kêfa wan gelekî ji şînbûna deryayê re hat û bi kelecanî li hêviya xelasbûna rêyê man. Ji Volosê heta Skopelosê bi ferîbotê nêzî 4 saetan bû. Wan demeke dirêj li deryayê nêrî û di nav xeyalên xwe de wenda bûn. Dema ku gihaştin Skopelosê, hewa gelekî xweş bû. Hêj nebûbû nîvro û piçekî hînik bû. Bêhna ava şor, bêhna deryayê ji her derî dihat, çi qas xweş bû! Ji ber ku Skopelos ne giraveke gelekî mezin bû, wan bi hêsanî otêla xwe dît. Wan nexwestibû li otêleke gelekî mezin bimînin loma wan rezervasyona xwe li otêleke bûtîk çêkiribû. Dema ku Mirad û hevala wî otêla xwe dît, wan ferq kir ku wan biryareke rast dabû. Otêleke sê-qetî, rengê spî, bi balkonên piçûk, gelekî şêrîn xuya dikir. Roja pêşî wan li otêlê û derdora wê bêhna xwe da û ji bo rojên din planên xwe çêkirin. Betlaneyeke dirêj – a long vacation Giraveke dûr - a far away island Rêyeke xweş – a nice path/way Deryayeke paqij û şîn – a clean and blue sea Hewayeke hînik – a cool weather Aveke şor - a salty water Otêleke bûtîk – a boutique hotel Biryareke rast – a right decision Çûn betlaneyê – to go on a vacation Biryar dan – to make a decision Lêkolîn kirin to research Temaşe kirin – to watch Wenda bûn – to get lost Bi hêsanî dîtin – to find easily Bêhna xwe dan – to relax
Ask host to enable sharing for playback control

XWESTIN - Kurdish verbs (learn with me) - 10

7/12/2022
Xwestin - to want Present Tense Past tenses
Ask host to enable sharing for playback control

Bîranîn, Bendar, Jinbûn û Dayikbûn - Full Kurdish - 09

7/3/2022
Di vê podcasta nû de min behsa sê pirtûkan kir. Yek ji wan min xelas kir. -- Biranîn Yek ji wan min nîvco kiriye. - Bendar Û ya din jî min nû destpê kiriye. - Jinbûn an Dayikbûn
Ask host to enable sharing for playback control

Kî çima hînî kurdî dibe? - Full Kurdish - 07

6/19/2022
Di vê podcastê te ez ji we re behsa xwendekarên xwe dikim. Xwendekarên min kî ne? Çima hînî kurdî dibin? Min çawa dest bi dersbêjiyê kir? û hêj gelen tiştên din...
Ask host to enable sharing for playback control

Şîret Li Ser Vê Jiyanê - Full Kurdish - 06

6/10/2022
Di vê podcastê de, ez hin şîretan li guhdarên xwe dikim.
Ask host to enable sharing for playback control

Jiyana Min a Van Rojan - Full Kurdish - 05

6/5/2022
Li ser jiyana min a van rojan, ez çi dikim? dixwazim çi bikim? Rojên xwe çawa derbas dikim?
Ask host to enable sharing for playback control

Hinek ez, hinek Stenbol - 04

12/16/2021
Min di vê podcastê de piçekî behsa xwe û piçekî behsa Stenbolê kir. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com

Duration:00:08:59

Ask host to enable sharing for playback control

Çîroka Gewro - 03

6/20/2021
Çîrok - the story Ev Gewro ye. Gewro cenawirekî xwînşêrîn e. Kumekî wî heye û navê kumê wî Qoqo ye. Kumê wî gelekî kevn e lê ew ji kumê xwe pir hez dike. Gewro û Qoqo heval in. Ew hevalên baş in. Ew her roj bi hev re diçin bazarê. Ew her roj bi hev re taştê, firavînê û şîvê dixwin. Carinan ew bi hev re diçin dibistanê. Carinan ew bi hev re diçin bajarên mezin. Gewro ji bajarên mezin hez dike. Lê Qoqo ji bajarên mezin hez nake. Pirs - questions: 1- Navê wî çi ye? 2- Gewro cenawirekî çawa ye? 3- Navê kumê wî çi ye? 4- Kumê wî nû ye, rast e.? 5- Gewro û Qoqo bira ne? 6- Ew ne hevalên baş in, rast e? 7- Ew her roj diçin ku? 8- Ew her roj çi dixwin? 9- Ew carinan bi hev re diçin kû? 10- Ew diçin bajarên çawa? 11- Kî û Kî carinan diçin dibistanê? 12- Gewro û Qoqo naçin bajarên mezin, rast e? 13- Kî ji bajarên mezin hez dike? 14- Kî ji bajarên mezin hez nake?

Duration:00:08:18